Li Harranê xebatên lêkolînê

Serşok, destşok û kûpên bêhna gulan ên ji heyama Emewiyan hatin dîtin

Li Harranê xebatên lêkolînê

Li Herana navçeya Rihayê ev bû 5 sal ku xebatên lêkolînê dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de herî dawî ji heyama emewiyan serşok, destşok û kûpên bêhna gulan hatin dîtin.

Ev der navçeya dîrokî Herana girêdayî Rihayê ye.

Li Heranê beriya 5 salan xebatên lêkolînê hatin destpêkirin û ev xebat îro jî dewam bikin.

Di çarçoveya xebatan de herî dawî ji heyama Emewiyan hin berhemên dîrokî hatin dîtin.

Di nav van berheman de berhemên wekî serşok, destşok û kûpên bêhna gulan hene.

Şaredarê Bajarê Mezin Nihat Çiftçi got, “ji bo derxistina van berheman em ê zêdetir bixebitin.”

Her wiha Çiftçi got, “Em dixwazin ev der jî wek Xirbreşkê bikeve lîsteya daîmî ya UNESCOyê.”

Çawa ku tê zanîn ev berhemên dîrokî niha di lîsteya demkî ya UNESCOyê de cih digirin.

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2018, 12:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE