Li Hasankeyfê turîzma avê jî dest pê dike

Ligel dîroka qedîm wê welatî êdî ji bo aktîvîteyên avê jî biçin Hasankeyfê

Li Hasankeyfê turîzma avê jî dest pê dike

Turîzma Hasankeyfê  xurt dibe. Ligel turîzma dîrokî, welatî êdî dê ji bo turîzma avê jî karibin biçin Hasankeyfê . Qeymeqamiya heskîfê ji bo vê xebat dan destpêkirin.

Bi dîroka xwe ya qedîm, 12 hezar sal in li gelek şaristaniyan mazûvaniyê kiriye Hasankeyfê .

Bi avakirina Bendava Ilisuyê êdî li cih û warên qedîm avake mezin heye.

Qeymeqamiya Hasankeyfê jî ji bo ji vê ava mezin îstifade bê kirin, projeyên li ser turîzma avê amade kirin.

Qeymeqamê Hasankeyfê Şenol Öztürk got Hesfîk êdî ne tenê bi turîzma dîrok û çandê, wê bi turîzma avê jî were zanîn.

“Av hat û bi xwe re gelek alternatîf jî anîn. Tenê ne turîzma çandî û dîrokî, êdî turîzma avê jî heye û em projeyên xwe hazir dikin. Ji noqaviyê heya jet skyê wê li vir gelek sporên avê bên kirin.”

Qeymeqam Öztürk got dema proje xelas bibin wê Hasankeyf bibe navenda cazîbeyê ya turîzmê.

“Dîsa li herêmê tûrên keştiyan gelek balê dikşînin. Bi taybetî jî di dawiya hefteyê de ji Amedê, Batmanê û bajarên derdorê wê gelek turîst berê xwe bidin vê derê.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE