Li Hasköyê hewzê nîvolîmpîk vebû

Ji zarokan heta ciwan û mezinan her kes wê karibe tê de soberiyê bike

Li Hasköyê hewzê nîvolîmpîk vebû

Şaredariya Dêrxasa Mûşê bi hevkariya wezareta ciwanî û sporê hewzekî nîvolîmpîk vekir. Hewz di çarçoveya projeya hînbûna soberiyê de hat çêkirin. Di vî hewzî de wê zarok, ciwan û mezin hînî avjeniyê bibin.

Li Dêrxasa Mûşê ji bo pêşîlêgirtina xeniqîna melevanên ecemî projeya hînbûna soberiyê hat amadekirin.

Bi wê projeyê Şaredariyê digel Wezareta Ciwanî û Sporê hewzekî nîvolîmpîk çêkir.

Ji niha ve ji 7 saliyan heta 70 saliyan gelek kes tên hewz û hînî soberiyê didin.

Şaredarê Dêrxasê Hikmet Karayek got, ”Bi xêra vê porjeyê wê zarokên me hînî avjeniyê bibin.”

Herî zêde zarok bi hewzê nîvolîmpîk kêfxweş bûn.

Li ber hewzê nîvolîmpîk mamosteyên soberiyê hene û merivên ku tên hînî avjeniyê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE