Li Reyhanliya navçeya Hatayê 24 kesên hewl didan ji tunela li sînor hatibû vedan ra derbasî Türkiyeyê bibin hatin girtin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya li ser Twitterê da hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê yên Qereqola Hidûd a Bukulmezê ya li Reyhanliyê dema li sînor xebatên lêgerîn û teqîbatê dimeşandin tuneleke 100 mêtroyî tesbît kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi saya baldarbûna hêzên ewlekariyê komeke ji 24 kesan pêk tê ya hewl dida derbasî Türkiyeyê bibe jî hat girtin, di lêkolînên li herêmê da hat dîtin ku devekî tunelê derdikeve maleke li Atmaya konbajarê li Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku tunel hat xirabkirin da ku pêşî li derbasbûnên dereqanûnî û terorîstan were birîn.
AA