Li Belena navçeya Hatayê agir bi daristanê ket û ji hewa û erdê va midaxale tê kirin ku bitemirînin.
Li texma Zozanê Sogukolukê ya li ser navçeyê ji ber sedemek ku hê ne diyar e, agir bi daristanê ket.
2 firoke, balafirek, 10 arazoz, dozerek, qirêderek, 5 tankên avê, 3 elemanên teknîkê û gelek karkerên temirandinê dest bi temirandinê kir.
Îhtimala ku agir bipeke hin taxên li devera çiyayî ya navçeya Belenê jî heye.
Midûrê Şaxa Têkoşîna Agirê Daristanan a Midûriya Herêmê ya Daristanên Kahramanmaraşê Muzaffer Ketmen daxuyanî da û got ku li ser êxbara şewata daristanê ekîb bi lez û bez çûn herêmê û dest bi xebatê kir.
Ketmen diyar kir, ji bo ku agir were temirandin, ekîb ji hewa û erdê va dixebitin û îhtimala ku agir bipeke hin taxên navçeyê heye.
AA