Li Reyhanliya Hatayê wesayîta leşkerî ya ku pê penaberên qaçax dihatin dersînorkirin wergeriya. Di qezayê de 6 kes mirin, 27 kes birîndar bûn.
Qeza berê sibê li navçeya Reyhanliyê çêbû.
Wesayîta leşkerî ya ku pê penaberên qaçax dihatin dersînorkirin wergeriya.
Di qezayê de 6 kes mirin, 2 ji wan personelên leşkeriyê 27 kes jî birîndar bûn.
Ambûlans çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyên li herêmê.
Li cihê bûyerê lêkolîn dewam dikin.