Li Hatayê operasyona li dijî DEAŞ’ê

22 gumanbarên rêxistina terorî hatin binçavkirin

Li Hatayê operasyona li dijî DEAŞ’ê

Li Hatayê 22 kes ji ber îdiaya ku li ser navê rêxistina terorî deaş’ê dixebitin, hatin binçavkirin.

Cerdirmeyan; li dijî kesên ku bi rêxistinan re têkiliya wan heye, ji rêxistinan re endaman peyda dikin û ji bo derbasî Sûriyeyê bibin alîkariyê didin wan, xebat da destpêkirin.

Li Hatayê bi ser 23 navnîşanan de operasyona hevdem hat kirin.

Tevî Sûriyeyiyan 22 kes di operasyonê de hatin binçavkirin.

Di navnîşanan de materyalên dijîtal û amûrên rêxistinî hatin bidestxistin.

Gumanbar piştî îfadeyê hatin birin edliyeyê.

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE