Li Îskenderuna Hatayê tirek li cihê ekîbên polêsan çend wesayîtan qelibî, di qezayê da 5 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Frena tira ku li ser rêya Hatay-Belenê ber bi Îskenderunê va diçû ya ku plaqe û şofêrê wê hê ne diyar e li nêzîkî xaçerêya Denîzevlerî xera bû.
Tir êwil li cihê polêsan a li Xaçerêya Alaya Behrê çû wesayîtan qelibî, paşê jî li dîwarekî salona sporê ket û sekinî.
Di qezayê da 5 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Ekîb li cihê bûyerê xebatan dikin.
AA