Li Hatayê 60 kesên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûbûn hatin girtin

Li Hatayê 60 koçberên bêpergal yên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûbûn hatin girtin.

Li Hatayê 60 kesên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûbûn hatin girtin

Li Yayladaga navçeya Hatayê 60 koçberên bêpergal ku li gor tesbîtê bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne, hatin girtin.

Li gor agahiyên ku hatin hildan, yekîneyên Fermandariya Tabûra Hidûd ya 3yemîn li herêma ku dikeve nav sînorên berpirsyariya Qerekolên Hidûd ya Kizilçat û Pulluyaziyê komeke ku dixwest bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bibe tespît kir.

Hat ragihandin ku yekîneyên sînor 30 kesên welatiyê Sûriyeyê derdest kirin û ji bona lêpirsinê teslîmî cendermeyê kir.
Wekî mayîn tîmên Fermandariya Cendermeyan ya Navçeya Yayladagiyê jî nêzî taxa Şenkoyê 30 kesên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bibûn girtin.
Bi tevahî 60 koçberên bêpergal piştî kar û barên wan yên li cendermeyê qediyan hatin dersînorkirin.

AA  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE