Li Hecî Bayramê seba Turkistana Rojhilatê dia kirin

Li paytextê hin saziyên civaka sivîlan ji bo kesên ku li Turkistana Rojhilatê rastî neheqiyên Çînê tên, bernameya duakirinê li dar xist.

Li Hecî Bayramê seba Turkistana Rojhilatê dia kirin

Li paytextê hin saziyên civaka sivîlan ji bo kesên ku li Turkistana Rojhilatê rastî neheqiyên Çînê tên, bernameya duakirinê li dar xist.

Li hewşa Mizgefta Hecî Bayramê piştî nimêja sibê bername hat lidarxistin û Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Ilmên Îslamî ya Zanîngeha Ankara Yildirim Beyazitê Prof. Dr. Mehmet Halîl Çîçek Turkistana Rojhilat di serî da ji bo hemû Misilmanên ku li alema Îslamê rastî zilmê tên, dia kir.

Piştî diayê Serokê Rêvebiriya Enqereyê ya Komeleya Alîkariya Însanî ya ÎHHyê Mustafa Sînan li ser navê komê daxuyanî da û hêvî kir ku dia bibe wesîleya rizgariyê ya Turkistana Rojhilat û erdnîgariyên mezlûm ên din. Sînan diyar kir ku ev organîzasyon wê dewam bikin û wiha dewam kir: "Em ê înşeallah mehên pêş da jî alimekî Îslamê yê bi qedr û qîmet an jî pêşengekî Îslamê yê mezin ku li derveyî welêt ji bo vê mijarê cefa kişandiye, bînin vê derê. Dilê me heye ku em her meh piştî nimêja sibê li vê derê dia bikin."

Piştî daxuyaniyê kesên ji komê tekbîr anîn û ji hev bela bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 12:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE