Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê 3 zarokên ku ketin gola bendavê di nav avê da winda bûn.
Mesut Buyuksu, Olcay û Orçun Ulali ku li gundê Saritaşa 10 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, dijîn, danê nîvro ketin gola bendavê.
Piştî ku zarok venegeriyan malê malbat li derdorê geriyan û paşê li dora bendavê cil û bergên zarokan dîtin û cab dan cendirmeyê.
Ekîbên tenduristî, cendirme, AFAD û îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin û xebata lêgerînê dest pê kir.
Ji ber ku av kûr bû û tarî ket, ekîban navber da xebatê.
Xebatên lêgerînê dewam dikin.
AA