Li Hekariyê çalakî û meş hat qedexekirin

Li Hekariyê ji bo mehekê çalakiyên rûniştin, birçîbûn, kondanîn, vekirina standan hatin qedexekirin

Li Hekariyê çalakî û meş hat qedexekirin

Hat ragihandin ku li Hekariyê ji bo mehekê çalakiyên rûniştin, birçîbûn, kondanîn, vekirina standan hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin armanc ew e ku pîlanên rêxistina terorê yên şibiya PKK/KCK, FETO/PDYyê werin xirabkirin, bûyerên terorê werin berterefkirin, rewşa pergala giştî û hizûr were mihefezekirin, maf û azadî werin parastin. 

Di vê çarçoveyê da li gor qanûnên eleqedar çalakiyên wekî civîn, merasim, şahî, pêşwazîkirin, oxirkirin ên ku sazî li dar bixin ji 17yê tebaxê saet 00.00an pê va hetanî 17 îlonê saet 23.59an ji bo 30 rojan ew ê bi destûra meqamê herî bilind ê herêmê werin kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Bi biryara Walîtiyê li navenda Hekariyê û navçeyan çalakiyên rûniştin, greva birçîbûnê, kondanîn, vekirina standan û hwd ji 17yê tebaxê pê va heta 17 îlona 2019an ji bo 30 rojan hatin qedexekirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Tebax 2019, 10:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE