Li Hekariyê du malbatên ku neyartî di navbera wan da hebû destê xwe dan hev

Li Hekariyê du malbatên ku neyartî di navbera wan da hebû destê xwe dan hev

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li bajarokê Esendereyê, neyariya ku par ji ber kuştina kesekî di navbera du malbatan da dest pê kir, bi xwarina lihevhatinê bi dawî bû.

Li bajarokê Esendereyê par ji ber veguhestina rêwiyan şer derketibû, di encamê da kesek hatibû kuştin û her wiha ji ber vê yekê neyarî ketibû navbera malbatên Buyuksu û Eraslan.

Walî û Wekîlê Şaredar Îdris Akbiyik, Şaredarê Bajarok Dirbaz Buyuksu û hin rîspî bi hevdîtinan destê herdu malbatan da hev.

Herdu alî di xwarina lihevhatinê ya li hewşa malekê da hatin cem hev. Piştî ku Miftiyê Navçeyê Erol Kiliç dia kir, Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Yuksekovayê Resul Ozdemîr bal kişand ser aramiyê.

Ozdemîr bal kişand, herkes ji ber nebûna aramiyê aciz e û wiha dewam kir, "Bi tenê daxwaza min ew e ku ev aştî mayînde be û cardin dubare nebe. Ji xwe bûyer di encama qezayê da qewimiye, tiştekî qesdî nîne. Ez sipasiya we hemûyan dikim, Xwedê ji we tevan razî be."

Fermandarê Hidûd ê Alaya 7emîn Albayê Piyade Erdogan Dur, Şaredarê Bajarokê Buyukçiftlikê Îsmaîl Ruştu Zeydan, Midûrê Ewlekariya Navçeyê Murat Guneş, amîrên saziyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, rîspî û welatî beşdarî xwarina lihevhatinê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE