Li Hekariyê malbatên zarokên wan revandine serê çiyê bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê dan

Li Hekariyê malbatên zarokên wan revandine serê çiyê bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê dan

Malbatên Hekarîyî ku zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û HDPyê berpirsê vê yekê dibînin ji 8ê Rêbendanê vir va du hefteya carekê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin.

14 malbatên Hekariyî ku ji bo bertekê nîşanî PKKya rêxistina terorê bidin di rojên kifşkirî da çalakiya xwe dikin dixwazin dengê xwe bigihînin zarokên xwe.

Malbatên bi salan e ewladên xwe nedîtine û çavê wan li rê ye hêvî dikin zarokên wan gavek zû vegerin û dixwazin bila dê û bavên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê jî bên û beşdarî çalakiya wan bibin.

Malbatên di çalakiya rûniştinê da ne bi biryar xuya dikin û ji bo "teslîmbûnê" bangî zarokên xwe dikin.

Esmer Koça qîza wê revandine serê çiyê diyar kir ku bi salane ew sebiya xwe nabîne û hêvî dike rojekê bigihêjin hev û wiha domand: "Emê bi vê çalakiya xwe heta qira PKK û HDPyê bînin, bidomînin. Înşeallah emê zarokên xwe ji ji nav lepên rêxistinê derxin. Ez bangî qîza xwe dikim. Heke dengê min digihêje te û tu hay pê heyî were û teslîm bibe. Ew der cihê we nîne. Ji nav lepên wan bireve û were teslîm bibe."

Elîfa Turanê jî diyar kir ku qîzeke wê 6 sal berê revandine serê çiyê mêrê wê û qîzeke wê jî niha di çalakiya li Diyarbekirê dewam dike da ne û ew jî beşdarî ya li Hekariyê bû.

Turanê got: "Ew li ya Diyarbekir û ez jî li ya vê derê me. Ez qîza xwe dixwazim. Heta niha me tu xeberek jê hilneda. Ezê vê çalakiyê bidomînim. Qîza min biçûk bû û hê nebûbû 15 salî."

Mehmet Siddik Çîftçî jî got ku birayê wî yê revandine serê çiyê jî astengdar e û bo bigihêje wî beşdarî çalakiyê bû û ragihand ew bi biryar in çalakiya xwe bidomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE