Li Hekariyê nimayîşa cilûbergên herêmî

Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Piştevaniya Malbatan û Navenda Perwerdeya Gel a Şemzînanê ve hat lidarxistin de bi 17 jinan nimayîşa cilûbergên herêmî hat kirin.

Li Hekariyê nimayîşa cilûbergên herêmî

 Li Şemzînana navçeya Hekariyê nimayîşa cilûbergên herêmî hat kirin.

Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Piştevaniya Malbatan û Navenda Perwerdeya Gel a Şemzînanê ve hat lidarxistin de bi 17 jinan nimayîşa cilûbergên herêmî hat kirin.

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku li hewşa Navenda Piştevaniya Malbatan hat lidarxistin.

Di çalakiyê de dîroka cilûbergên herêmî jî hat vegotin.

Bernameya ku tê de cilûbergên berî nuha bi 40 salî jî hatin nimayişkirin, diyariyên curbicur jî ji jinan re hatin pêşkêşkirin.

Di çalakiyê de rêveberê Navenda Perwerdeya Gel Arif Yilmaz gotarek pêşkêş kir.

Yilmaz di gotarê de spasiya jinan kir û wiha got, "Armanca me vejandina çanda me ye ku ber bi wendabûnê ve diçe."

Rêveberê Perwerdeya Millî Senar Yuce û Rêveberê SYDVê Olcay Alkan jî di bernamê de amade bûn.

Dîroka nûkirinê: 26 Nîsan 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE