Li Hekariyê dema gundparêzan di rê da kontrol dikirin, terorîstan gule berdan û pevçûn derket. Di pevçûnê da terorîstekî PKKyî birîndar bû.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin di 20ê tîrmehê da li nêzîkî kana keviran a navend endamên PKKya rêxistina terorê gule berdan gundparêzên kontrola rê dikirin.
Hat gotin piştî vê pevçûn çêbû û di pevçûnê da terorîstekî PKKyî birîndar bû.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Endamê rêxistinê yê birîndar xwe avêt Çemê Zapê. Li herêmê di lêgerînan da tivinga piyade ya keleş a AK-47, 12 fîşengên tije, 10 guleyên vala hatin bidestxistin. Der barê mijarê da tehqîqata adlî dewam dike."
AA