Li Hekariyê minîbêsa xwendekaran welgeriya şarampolê û di qezayê da 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, minîbêsa ku pîleqeya wê 65 AAK 287 e û Cemîl Turan diajot ji navendê 30 kîlometre dûr li taxê Dîlekliya gundê Ogulê welgeriya şarampolê.
Minîbês qasî 30 mêtroyî gilor bû û teqle avêt. Di qezayê da şofêr Turan mir, 9ê wan xwendekar bi tevahî 10 kes jî birîndar bûn.
Li ser qezayê komeke gundiyan çû ciyê bûyerê. Ji gundiyan Fehîme Turan dema dixwest bibe alîkar li têla ceyranê qelibî û mir.
Piştî qezayê gelek tîmên cenderme û tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê. AA