Li Hekariyê sezona xweşiqitandinê dest pê kir

Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê ya di bin banê Midûriyeta Spor û Xizmetên Ciwaniyê ya Hekariyê da xebatên xwe didomîne sezona xweşiqitandinê da destpêkirin.

Li Hekariyê sezona xweşiqitandinê dest pê kir

Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê ya di bin banê Midûriyeta Spor û Xizmetên Ciwaniyê ya Hekariyê da xebatên xwe didomîne sezona xweşiqitandinê da destpêkirin.

Bajarê ku zivistana wê zor derbas dibe her sal ji gelek hezkiriyên xweşiqitandinê ra mazûvaniyê dike. Li bajêr berf demeke dirêj li erdê dimîne û qelîteya berfê jî zehf baş e. Amadehiyên ji bo sezonê hatin temamkirin.

Bi projeya Ajansa Pêşxistina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) û Îdareya Taybet a Bajêr bi hev ra dimeşînin û 15 milyon lireyî digre va sezona li Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê bi merasimê dan destpêkirin.

Navenda xweşiqitandinê 12 kîlomêtre li dûrî navenda bajêr û 2 hezar û 800 mêtre li bilindahiyê ye. Bi destpêkirina sezona xweşiqitandinê va koma ewil xwe şiqitand û alaya Tirkiyeyê ya ku vekiribûn jî teslîmî Walî Îdrîs Akbiyik kirin.

Akbiyik daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku sezon vekirin û wiha axivî: "Ev dera ew ê bibe navenda sporê ya Hekarî, Wan, Îran, Iraq û herêmê. Merivên me ew ê hem sporê bikin hem jî ji vê hewaya xweş îstifade bikin. Ji bo xwendekarên me jî ev firsendeke baş e. Gelê Hekariyê jî ji vê îstifade dike.

Akbiyik diyar kir ku serkeftina pêşbazên ji Hekariyê di misebeqeyên neteweyî û navnetewî da bi dest xistin jî eleqeya gel nîşan dide û wiha got: "Em ê jî wekî Walîtiya Hekariyê û dewletê çi ji destê me were bikin."

Akbiyik bi werzişvanên xweşiqitandinê ra axivî û bi motora berfê va li pîstê geriya.

Hezkiriyên xweşiqitandinê û werzişvanan dema xwe xistin dem.

Mehmet Harmanciyê welatî got ji ber vekirina navendê gelekî kêfxweş in û wiha axivî: "Me çalakiya xwe ya ewil kir. Ev dera zehf xweş e."

Selman Ozkan jî destnîşan kir ku xweşiqitandin sporeke zehf xweş e û rojeke zehf xweş derbas kirin.

Esra Develiya ku got ji xweşiqitandinê ji Çuxurcayê hat vê derê diyar kir ku bi vê derê kêfa wê xweş bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Kanûn 2018, 18:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE