Li Hekariyê Medreseya Meydanê ji gel ra tê vekirin

Medreseya Meydanê ya 317 salî ya ku di heyama Dewleta Osmaniyan da li Hekariyê hatibû avakirin bi projeya ku 2 milyon û 300 hezar lireyî digre va wê were restorekirin.

Li Hekariyê Medreseya Meydanê ji gel ra tê vekirin

Medreseya Meydanê ya 317 salî ya ku di heyama Dewleta Osmaniyan da li Hekariyê hatibû avakirin bi projeya ku 2 milyon û 300 hezar lireyî digre va wê were restorekirin.

Medreseya Meydanê ya dîrokî ya ku Îbrahîm Begê kurê Îzedînê rêvebirê herêmê di salên 1700-17001î da li Bîçera taxa Hekariyê dabû avakirin di sala 1984an da bi projeya Midûriyeta Giştî ya Weqfan hatibû temîrkirin.

Zanîngeha Hekariyê ji bo berfirehkirina bergehê û peyzaja derûdorê medreseya 2 qatî ya bûye nîşaneya bajêr proje amade kir.

Di çarçoveya projeya ku 2 milyon û 300 hezarî digre û Ajansa Pêşxistina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) piştgiriyê didê da avahiyên kewn ên li der û dora medreseyê ew ê werin rakirin û di dewsa wan da avahiyên teze werin çêkirin.

Hin eraziyên li dora medreseyê hatin îstimlaqkirin û erdê medreseyê gihîşte 4 hezar û 300 qeremêtreyî. Li qada hat zêdekirin ew ê mala çandê ya 2 qatî ya ku lê kafeteraya û salona pêşangehê yên çanda bajêr nîşan didin were avakirin.

- "Wekî abîdeyê ye"

Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr Îdrîs Agacanoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xebatên dimeşînin ji bo medreseyê girîng in.

Agacanoglu got ji bo parastina berhemên çandî Wezareta Çand û Turîzmê û Walî Cuneyît Orhan Toprak piştgirî dan û bi saya piştgiriya wan gelek mesafe qat kirin û wiha xivî: "Avahiya me ya ku di dawiya heyama Osmaniyan da hatiye avakirin hê li piya ye û wekî abîdeyê ye. Me di sala 2015an da Medreseya Meydanê ji bo Zanîngeha Hekariyê texsîs kir. Der û dora medreseyê ew e were serastkirin û li derva mala çandê ya 2 qatî were avakirin û tê da jî pêşangeha berhemên Îslamî hebe."

Agacanoglu got, "Em zarokên şaristaniyeke birûmet in, kal û bavên me demeke dirêj hukmî dinyayê kirin" û axaftina xwe wiha domand: "Em jî li mîrata kal û bavên xwe xweyî derdikevin û mîrata wan didomînin."

- "Ji bo gel vekin"

Murat Adiyamanê Kordînatorê Projeyê û Hîndekarê Zanîngeha Hekariyê jî got ku bi saya projeyê ew ê medreseyê ji bo gel vekin.

Adiyaman diyar kir ku di medreseyê da 2 mescid hene, ew ê yekê wekî berê ji bo pêşangehan bi kar bînin û wiha pê da çû:

"Em ê 2 polan wekî pirtûkxaneya arşîv û destxetan bi kar bînin û ji lêkolîneran ra vekin. Em ê polekê jî wekî Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Îslamî ya Seyîd Taha bi kar bînin."AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE