Li Hekariyê di bufeyên xwarin, xurek û cil û bergan difroşin de şewat derket, 4 bufe bi tevahî şewitîn.
Li gor agahiyan li taxa Merzanê li ser Kolana Hastaneyê ji ber sedemeke hê nediyar di bufeyên ku xwarin, xurek, cil û bergan difroşin de şewat derket.
Tîmên agirkuj bi alîkariya tomayan agir vemirandin û polêsan jî li der û dora bufeyan de tevdîrên ewlehiyê dîtin.
Di şewatê de 4 bufe bi tevahî şewitîn.
AA