Li Vanê hin welatî ji ber remezanê nikarin an jî naxwazin biçin aşiya koronayê bibin. Bijîşkên nexweşxaneyên li bajêr jî ji welatiyan dixwazin piştî fitarê werin aşiyê. Bijîşk dibêjin, em heta 12ê şevê xelkê aşî dikin.
Li hemû bajarên Türkiyeyê xebatên aşiya koronayê dewam dikin.
Hin welatî ji ber rojiyê nikarin an jî naxwazin aşî bibin.
Bijîşkên nexweşxaneyên li Vanê bangî welatiyan dikin.
Bijîşk dibêjin kesên bi rojî ne bila piştî fitarê werin aşiyê.
Tê gotin ku tenê li Vanê heta niha zêdetirî 700 hezar kes hatine aşîkirin.
Rêvebirên nexweşxaneyan dibêjin li bajêr eleqeya ji bo aşiya koronayê gelek zêde ye.