Li hember koronavîrusê pankartên Kurdî

Xebatkarên tendirustiyê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Gercuşê bi pankartên ku li ser bi kurdî "Mala pîrê sitara pîrê" dinivîse bangawaziya jimalderneketinê li welatiyan kirin.

Li hember koronavîrusê pankartên Kurdî

Li Gercuşa Batmanê xebatkarên tendirustiyê di çarçoveya rênimayên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de, bang li welatiyan kirin ku heke mecbûr nebin dernekevin derve.

Xebatkarên tendirustiyê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Gercuşê di çarçoveya rênimayên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê de bi pankartên ku li ser bi kurdî "Mala pîrê sitara pîrê" û bi Tirkî "Evinde Kal Gerçuş" (li mala xwe bimîne Gercuş) nivîsandîbû, bangawaziya jimalderneketinê li welatiyan kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 15:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE