Li her derê li hemberî rîska naxweşiyê tevdîr tên girtin

Li Hemberî rîska nexweşiya koronayê li her derê tevdîrên xurt tên girtin. bi taybetî jî li cî û warên riya her kesî lê derbas dibe tevdîr hewce ne.

Li her derê li hemberî rîska naxweşiyê tevdîr tên girtin

Li Hemberî rîska nexweşiya koronayê li her derê tevdîrên xurt tên girtin. bi taybetî jî li cî û warên riya her kesî lê derbas dibe tevdîr hewce ne.

Li Mardinê li hemberî vîrûsa koronayê, li ser telîmatan wesaîdên şaredariyê hatin kontrolkirin.

Bi taybetî ji bo ku ji sedî 50yê kapasîteya wesaîdan tijî nebe hişyarî hatin kirin.

bi vê yekê hat xwestin ku mirov ji hev dûr bin û rîska nexweşiyê kêm be.

Bi heman şiklî li Kiziltepeya Mardinê ekîbên zabitayan kontrola wesaîdan kirin.

Li Siirtê fîrmayeke kar û barên dezenfeksiyonê, mizgeft û saziyên dewletê bê pere dezenfekte dike.

Li Muşê muxtarek mal bi mal geriya, ji zarok û mezinan re sabûn belav kir û welatî hişyar kirin da ku li malên xwe bimînin.

Li Malatyayê jî ekîbên polîs û zabitayan ji bo gel mesafeya di navbera xwe de biparêze hişyarî kirin.

Zabitayan li marketan kontrol jî kirin.

Wek li welêt, li derwelêt jî tevdîrên li hemberî nexweşiyê tên girtin.

Li Efrînê nexweşxaneya bi piştgiriya Turkiyeyê hatiye çêkirin, ji bo nexweşên koronayê hat amadekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE