Havîn hat û zarok diçin qursên Quranê.
Miftîtîya Cizîrê li 10 taxan, ji bo zarokên ku temenê wan di navbera 4 û 6 salî de ye, qursên Quranê vekirin.
Hejmara zarokên ku diçin van qursan gihişt 2 hezar kesî.
Di van qursan de ji bilî dersa Qurana Pîroz, dersên exlaq û terbiye didin xwandekaran.
Ji xeynî dersan, zarok di van qursan de bi kêyfa dilê xwe lîstikan jî dilîzin.