Li Heranê binyata medereseya ewil derxistin holê

Gerokan di nîşeyên xwe da behsa Herana ku di wextê xwe da navenda zanistê bû û ji 300î zêdetir zanyar li ser xwe ezimandiye kirine û ji 5 medreseyên dihatin zanîn binyata medreseya ewil jî derxistin holê.

Li Heranê binyata medereseya ewil derxistin holê

 Li Cihê Wêraneya Heranê ku ji deverên herî kevn ên cîwarbûnê ye û di Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire binyata medreseya ji sedsala 12mîn mane, hatin tespîtkirin.

Serokê Kolandina Cihê Wêraneya Heranê û Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi piştevaniya fînansî ya Wezareta Turizm û Çandiniyê û koordînetiya Walîtiya Rihayê û Midûriyeta Muzeyê ya Rihayê û piştevaniya Serokatiya Saziya Dîroka Tirk, Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, Zanîngeha Heranê û Qeymeqamtiya Heranê va 8 sale ku ew li cihê wêrane kolandinan didomînin.

Onal destnîşan kir ku Heran devereke dîrokî ye û di pirtûkên dîrokî da jî qala wê tê kirin ku navçeyeke kevnareye û her diçe der heq da tiştên nû derdikevin meydanê. Onal ragihand ku di kolandinên îsal da wêraneyên kolanek, deriyek bîrdarî û binyata medreseyekê derxistin meydanê.

Di berdewamiya axaftina xwe da Onal destnîşan kir ku di heyama wê çaxê da zanyarên wek Battanî û Sabît Bîn Kurre jî tev ji 300î zêdetir zanyar li Heranê bûn û wan daneyên arkeolojîk ên ewil di wêranên Hemama Sûkê û Mizgefta Mezin da bidestxistin.

- "Em li Herranê rastî medreseyeke ku tê zanîn hatin"

Onal daxuyand ku di xebatên îsal da ew cara ewil rastî avahiya zanîngehê hatin û wiha dewam kir:

"Di xebatan da medreseyeke ku me li gor daneyên arkeolojîk tesbît kir ku aîdê dewra Zengîyan e, hat dîtin. Berî niha me dizanibû ku 5 medreseyên Herranê hene. Em cara ewil rastî vê medreseya Herranê ya dihat zanîn, hatin. Me li ser axê 24 ode kifş kirin. Me vê gavê 5 ode û deriyê bîrdariyê yê medreseyê bi temamî, rewaqa wê jî qismen derxist meydanê. Li kêleka odeyan mitfaqeke mezin heye. Di mitfaqê da xwarin hatiye çêkirin û di cî da hiştine. Ev jî nîşanî me dide ku Moxolî wê bajêr bi dest bixin û wan jî xwarina xwe wisa hiştine û bajêr terikandine. Kolandin dewam dikin. Avahiya li vê derê nêzî 80 mêtreyî bi ber e."

Onal diyar kir, li gor agahiyên ku wan heta niha bi dest xistin, medrese ji sedsala 12em maye û heke xebatên kolandina herêmê kuta bibin û ew ê der heqê medreseyê da zêdetir agahiyan bi dest bixin.

Qaymeqamê Herranê Cîhat Koç jî wiha got, "Zanîngeha dinyayê ya ewil li Herranê ye. Ji bo ku em hemû çaviyên vê zanîngehê derxin meydanê, em xebateke cidî dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE