Li Herekolê wê petrol were derxistin

Li Çiyayê Herekolê ku li Siirtê ye xebatên lêgerîna petrolê dest pê kirin.

Li Herekolê wê petrol were derxistin

Bi operasyonên serkeftî gelek dever ji rêxistina terorî hatin paqijkirin. Ev deverên paqijkirî êdî wê tevkariyê bidin aboriya Tirkiyê. Ji bo ji çıyayê herekolê petrol bê derxistin xebat dest pê kirin.

Ev der quntara Çiyayê Herekolê ê li Sêrtê ye. Li Çiyayê Herekolê û quntarên wê ji aliyê rêxistina terorî PKKê ve berê gelek çalakiyên xayînane dihatin kirin. Ev devera ku terorîst lê hebûn, bihost bihost hatin paqijkirin.
Çiyayê Herekolê ji terorê hat pakijkirin. Niha jî li van axên bi bereket lêgerina neftê dest pê kir. Lêgerina neftê jî wê Hevkariya Anonîma Neftê ya Tirkiyê bike.

Ji bo sondaja hezar û 500 metreyî hazirî qediyan. Waliyê Sêrtê Ali Fuat Atik û rêvebirên pê re li herêmê lêkolîn kirin.

Çav li rê ne di nav 2 mehan de ji xebatan xebereke baş were.
 

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2018, 16:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE