Li Van û Bitlisê rêya 445 gund û taxan ji ber berfê hatin girtin ku ji van 277 rê hatin vekirin.
Di daxuyaniya Şaredariya Mezin a Vanê da hat gotin 30 tîmên şaredariyê ji bo rê bên vekirin dixebitin.
Hat gotin 216 rê hatin vekirin, lê li Gurpinarê 62, li Başkaleyê 25, li Baxçesarayê 13, li Çataxê 35, li Muradiyeyê 4, li Ozalpê 2 û li Sarayê 2 rê hê jî ji ber berfê girtîne û ji bo 143 rê bên vekirin xebat dewam dikin.
Bitlis
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajarê Bitlisê Umît Kurthan daxuyand li giştiyê bajêr rêya 86 taxan ji ber berfê hatiye girtin ku ji van 61 rê hatine vekirin.
Kurthan got rêya 25 gundan hatine girtin, ji bo ev rê bên vekirin ew dixebitin.
Muş
Li Muşê jî piştî berfê hişkî çêbû. Hewzên li parkan qeşa girt.
Ji ber mijê jî mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran zehmetî kişand.
Deşta Muşê jî bi rengê spî nixûmî.
Hişyariya ji bo qeşayê
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Serê sibê û şev qeşa û hişkî wê çêbibe, car caran jî mij û dûman wê çêbibe.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va jî car caran ba wê rabe.
Germahiya herî zêde ya rojê wê li Vanê 3 pile, li Hekariyê pileyek, li Bitlisê di bin sifirê da 2, li Muşê di bin sifirê da pileyek be.AA