Beriya ku hewa bicemidin li herêmê welatiyan dest bi kirîna êzingan kir. Li Siverekê kar û barê êzingfiroşan zêde bûye.
Li Sivereka Şanliurfayê hewa hêj wekî havînê germ e.
Lê sira şevê hewaya zivistanê dide hîskirin.
Beriya ku zivistan were niha welatî dest bi kirîna êzingan dikin.
Welatiyên ku tenê êzingan dişewitînin tona êzingan ji 250 lîreyî dikirin.
Li êzingfiroşên bajêr doreke zêde ya kirînê heye.