Li herêmê ava cobaran zêde bû 

Pispor dibêjin ku wê ava Gola Vanê bi xêra ava cobaran gelek rabe 

Li herêmê ava cobaran zêde bû 

îsal li herêma wanê berfeke baş bariya. ji ber vê jî ava cobaran gelek zêde bû. psipor dibêjin ku ji ber ava cobaran wê ava gola wanê jî rabe û wê îsal li herêma behra wanê hişkesalî çênebe. 

Par ava Behra Wanê ji ber hişkesaliyê gelek kêm bû. 

Pispor ji ber şûndeçûna avê gelek tirsiyan. 

Îsal li herêma Serhedê berfeke zêde hat. 

Ji ber vê jî niha ava cobarên li herêma Wanê gelek zêde bû. 

Pispor dibêjin ku bi xêra ava cobaran wê ava Gola Wanê jî rabe. 

Bi vî awayî wê behra navdar ji talûkeya hişkesaliyê bifilite.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE