Li herêmê bêdengî heye

Gel guh dide hişyariyan û ji malê dernakeve.

Li herêmê bêdengî heye

Vîrûsa koronayê Turkiye bêdeng kir. Li herêmê gelek cihên ku berê pir qelebalix bûn niha hema bêjin vala ne. Di vê nûçeya me de em ê biçin deverên turîstik û li rewşa wan binêrin.

Ev der Ercişa Vanê ye.

Her meh bi hezaran kes ji bo masiyan dihatin vê derê.

Lê îro tenê qaz hene.

Ev dera ku berê van çaxan mirov nikaribû gav bavêje niha ji qazan re maye.

Xuyaye ku ev yek bi kêrî heywanan hatiye. Heywan bi rehetî dikevin avê û ji xwe re kêf dikin.

Dergehên dîrokî yên Ahlata Bitlisê ku her sal bi hezaran turîst dihatin ziyareta wana jî niha vala bûne.

Piştî banga rayedaran xelkê Ahlatê jî ji malê dernakeve.

Tevî cihên dîrokî, li kolan û kuçeyên navçeyê bêdengî heye.

Şaredarê Ahlata Bitlisê A. Mümtaz Çoban : “Rayedaran Bang kir û got li malê bimînin. Xelatî jî li gorî vê bangê hereket dikin. Ji bo ku guh didin bangê em spasî welatiyan dikin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE