Ji bo meha miheremê li Şirnex, Elezîz, Midyad û Silopiyê eşûre li welatiyan hat belavkirin. şehîdên kerbelayê hatin bibîranîn.
Li çar aliyên welêt bi boneya meha Miheremê bername tên lidarxistin.
Li Silopya Şirnexê meha Miherremê hat bibîranîn.
Dibistana Yenîşehîrê ji bo Meha Miheremê eşûre li xwendekaran belav kir.
Komeleya Aşpêjan jî ji bo 300 kesî eşûre çêkir. Eşûre li ber Mizgefta Gayretê li welatiyan hat belavkirin.
Li Elezîzê jî Weqfa Çandê li cemxaneyê ji bo 10 hezar kesî eşûre amade kir.
Rayedarên bajêr, siyasetmedar û gelek welatî beşdarî bernameya bibîranîna kerbelayê bûn.
Qeymeqamiya Midyadê, ji bo hezar kesî eşûre çêkir û li Navenda Civaniyê li welatiyan hat belavkirin.
Di bernameyê de şehîdên Kerbelayê hatin bibîranîn.