Li bajarê çandinî, zevî û berheman, li Silopiyê cotkaran dest bi berhevkirina genim kir. Bîçer ketin nav zevîyan .îsal cotkar ji randûmana ceh û genim gelek razî ne.
Silopî wek bajarê çandiniyê tê zanîn û bi hezeran donim arazî li wir tê çandin
Bi hatina havînê re demsala berhevkirina genim û ceh jî dest pê kir.
Bîçer ketin nav zevîyan, genimê zêrîn berhev kirin
Li deşta Silopiyayê, îsal 400 hezar donim genim hat çandin.
Îsal bi saya baranê debra genim gelek baş e.