Li herêmê fedekariya polîsan

Li Kars û Vanê polîsan xeyalên nexweşan anîn cih.

Li herêmê fedekariya polîsan

Li Karsê xeyala ciwanekî biotîzîm ew bû ku rojekê bibe polîs. Polîsên qersê ew ji malê hilgirtin û cilên polîsan lê kirin. Li Vanê jî ji ber ku çûka wê wenda bûbû polîsan çûkeke nû bir mala keçika biçûk.

Muhammedê 21 salî biotîzm e.

Xeyala wî ya herî mezin ew bû ku rojekê bibe polîs.

Malbata wî rojek be jî gazî polîsan kir.

Tîmên girêdayî asayîşa Karsê hatin malê û ji Muhammed re cil jî anîn.

Piştre li pêşiya wesayîtê siwar kirin û li nava Karsê gerandin.

Piştre bi boneya vê rojê pastayek jî hat jêkirin.

Ji bo danek be jî xeyala Muhammed hat cih.

Li Ercişa Vanê jî Helîna biçûk nikare derkeve derve.

Him ji gurçikên xwe nexweş e him jî nexweşa epîlepsiyê ye.

Ji ber ku çûka wê wenda bû telefonî polîsan kir.

Polîsên Ercişê jê re çûkeke nû standin û hatin mala wê .

Polîsan him kêfa Helînê him jî ya malbatê anîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE