Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê wê li gor demsalê zêde be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be. Li Qers û Erdexanê ji danê nîvro pê va barana gur wê bibare.
Germa hewayê wê li gor demsalê 2 û 4 pileyan zêde be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qers û Erdexanê 9, li Agiriyê 11, li Erziromê 12, li Erzincanê 18 û li Îdirê 19 pile hat pîvan.
Tê payîn ku germa hewayê ya herî zêde nava rojê jî li Îdirê 36, li Erzincanê 34, li Agiriyê 29, li Erzirom û Qersê 28 û li Erdexanê 27 pile be.