Li Diyarbekirê bi hatina biharê re rewşa turîzmê jî geş bû. Turîstên herêmî û biyanî berê xwe didin cih û avahiyên rengîn û dîrokî.
Li Amedê heyama turîzmê bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.
Turîstên herêmî û biyanî yên ku tên bajêr cihên wekî sûrên ku di lîsteya UNESCOyê de cî digirin, mizgefta mezin, pira dehcavî û meqamên pêxemberan ziyaret dikin.
Li Diyarbekirê ji bo gera turîstan berhemên dîrokî pir in. Piştî aramî û ewlehiyê li bajêr êdî turîzm geş bû.
Gera li bajarê qedîm li ser pira dehderî bi govendê dest pê dike.
War û mekanên rengîn bala bûk û zavayên ku dizewicin jî dikşîne. ew jî li cihên dîrokî wêneyên xwe digrin.
Diyarbekir him bi mêvanperweriya xwe him jî bi çand û kelepora xwe balê dikşîne ser xwe.