Bi piştgiriya heywandariyê ya dewletê, li Muşê hejmara sewalan zêdetir bû. 10 sal berê ev hejmar 925 hezar bû lê niha milyonek 200 hezar e.
Li Mûşê di 7 salan de ji bo xwedîkirina mêşîn û bizinan dewletê 77 milyon lîre piştgirî daye.
Bi saya piştgiriyê li bajêr hejmara heywanan zêdetir bûye.
10 sal berê hejmara sewalan 925 hezar bûye, lê sala borî ev hejmar bûye milyonek û 200 hezar.
Yekîtiya Xwedîkirina Sewalan dixwaze ku li bajêr hejmara mêşîn û bizinan bikin 2 milyonî.