Li herêmê hêj li erdê berf heye

Heywandar ji ber dirêjbûna zivistanê dikevin metirsiyê.

Li herêmê hêj li erdê berf heye

Sala par hişkesalî hebû lê îsal gelek berf barî. Li Agiriyê nêzî 5 metre berf barî, li hin deran stûriya berfê nêzî 10 metreyan bû. Ji ber ku hêj li erdê berf heye, heywandar ji bo kar û barê xwe, kêmasiya êm dikevin metirisyê.

Berfa zêde dilê cotkar û heywandaran şad kir.

Lê demsala zivistanê dirêj bû û hêj berf neheliya.

Li Agiriyê li hin deran nêzî 10 metreyan berf barî û berf hêj li erdê ye.

Ji ber vê yekê welatiyên heywandar ketin metirisyê. Him êm xilas dibe him jî heywan nikarin li derve biçêrin.

Ew hêvî dikin ku di demeke kurt de heywanên wan li derve biçêrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE