Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber rewşa hewayê û berfê rêya 646 taxan hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajrê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ji ber berf û bagerê rêya 202 wangehan hat girtin. Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin û berfa li ser rêyên navenda bajêr paqij dikin.
Hekarî
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr hatin sitandin, ji ber rewşa hewayê rêya 193 gom û gundan hat girtin, ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirian van rêyan dixebitin.
Mûş û Bidlîs
Li Mûşê ji ber berf û bagera rêya 132 gundan hat girtin.
Li Bidlîsê jî ji ber berf û bagerê rêya 119 gundan hat girtin, ekîb ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.AA