Li Herêmê ji welatiyan re hişyariya aşît û cemedê

Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be û tê texmînkirin ku carcaran baranê bibare.

Li Herêmê ji welatiyan re hişyariya aşît û cemedê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê carcaran berf û şilopeyê bibare.

Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be û tê texmînkirin ku carcaran baranê bibare.

Li dorberê Tuncelî û Îdirê şilî, şilopeyê bibare û paşê baranê vegere berfê, li dorberê Erzirom, Erzincan, Qers, Erdexan û Agiriyê jî berf tê payîn.

Germahiya hewaya herêmê ew ê li gor ya demsalê be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Erzincanê 2, li Îdirê 0, li Tunceliyê di binê sifirê da 2, li Erzirom û Erdexanê di binê sifirê da 2, li Qersê 6, li Agiriyê 7 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erzincanê 4, li Tunceliyê 5, li Îdirê 8, li Erdexanê 0, li Erziromê di binê sifirê da 1, li Qersê di binê sifirê da 3, li Agiriyê di binê sifirê da 4 pile be.

Qalindahiya berfê li Agiriyê 37, li Erziromê 25, li Erdexanê 15, li Qersê 5, li navendên xweşiqitandiyên ya Sariqamîşê 81, ya Erganê 88, ya Palandokenê 90, ya Qonaxliyê 90, ya Yalnizçama Erdexanê 23 santêm hat pîvandin.

Rayedaran ji bo aşît û cemedê hişyarî dan welatiyan û xwestin ku bira baldar bin û bê tevdîr dernekevin rê.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE