Li Herêmê kêfa kaşûnê

Hin kesan bi taxûkan hin kesan jî bi profesiyonelî xwe kaş kirin.

Li Herêmê kêfa kaşûnê

Di demsala zivistanê de li seranserê herêmê gelek berf dibare. Dema li erdê berf bilind dibe navendên kaşûnê jî têra xwe mêvanan diezimînin. Li Ardexan, Mûş û Bilîsê jî dîmenên gelek xweş hebûn. Niha em berê xwe bidin kaşbazan.

Berfa îsal gelek bû, loma navendên kaşûnê jî tijî bûn.

Li seranserê herêmê welatî di demên xwe yên vala de berê xwe didin kaşûnê.

Bi sedan welatî bi malbatên xwe re çûn navenda kaşûnê ya Mûşê û bi zarokan re li ser berfê kêf kirin.

Hin kesan bi taxûkan hin kesan jî bi profesiyonelî xwe kaş kirin.

Li Bilîsê jî heman dîmen hebûn, bi sedan kesî têra dilê xwe kêf kir û li ser 2 metre berfê xwe kaş kirin.

Li Erdexanê jî her der çil spî bûye û bi berfê xemiliye.

Zarokan li ser naylon û teştan xwe kaş dikir. Lêbelê dilê xêrxwazekî bi vê razî nebû û ji wan re taxûk dan çêkirinê.

Zarokan bi taxûkên xwe têra dilê xwe kêf kir.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE