Li Herêmê kursên zimanê kurdî

Komeleya Nûbiharê ev deh sal in bi kursan xizmetî zimanê Kurdî dike...

Şaxa Batmanê ya Komeleya Nûbiharê, ji bo ku welatî zimanê kurdî hîn bibin, ev 10 sal in bi hewl û kedeke mezin kursên zimanê kurdî dide. îsal jî li Batmanê nêzî 200 kursiyer perwerde dibin.

Komeleya Nûbiharê, li gelek bajaran bi salan e ji bo ku zimanê Kurdî bi pêş keve xizmetên ji hev cudatir û xweştir dike.

Ne tenê di warê hînbûna zimên de, her wiha derbarê çand û edebiyatê de jî gelek xebatan dike.

Şaxa Batmanê ya Komeleyê, îsal jî kursa zimanê Kurdî vekir. Di kursê de nêzî 200 kursiyer hene.

Welatî dikarin di nav rojê de an jî bi şev herin kursê. Her wiha perwerde jî di 3 astan de tê dayîn.

Kurs dê 3 mehan dewam bikin. Piştî perwerdeyê dê sertifika jî bên dayîn kursiyeran.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 17:09
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Hejar shinoyi
Hejar shinoyi - 7 ay Berî

Hevalno sertifa peyvek tirkî ye hûn bawername şûnda binvîsin ku kurdên her derê bikar tîne

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE