Li Van, Hakkari , Bitlis û Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 648 wagehan hat girtin.
Li ciyên bilind ên Vanê ji êvarê pê va berfê dest bi barînê kir û bager rabû.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat diyarkirin ku ji ber rewşa hewayê rêya 60 wargegên Baxçesarayê û 43 wargehên Başqeleyê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatan kirin.
Hakkari
Li Hakkariyê û navçeyên wê ji ber rewşa hewayê welatî tengasiyê dikişînin.
Li gor agahiyên ji walîtiyê hatin sitandin, ji ber berf û bagerê rêya 96 gund û 193 goman xitimî.
Ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Mûş
Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî tê Îdareya Taybet a Mûşê diyar kir ku rêya 86 gundan ji berfê hat girtin.
Yentur destnîşan kir ku ekîban dest bi xebatan kirin û rêyên girtî vekin.
Ekîbên Şaredariyê li taxan berfa rêyan paqij kirin.
Bitlis
Li Bitlisê ji ber berfê rêya 160 gundan hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin, welatî jî berfa li pêşiya xanî û dikanên xwe paqij dikin.
Ekîbên şaredariyê jî rê û peyarê paqij kirin.AA