Li herêmê sektora tekstîlê geş dibe

Karsazê Cizreyî ji bo îstihdam zêde bibe atolye vekir, tê de 50 kes dişixulin

Li herêmê sektora tekstîlê geş dibe

li herêmê di her sektorê de xebat dewam dikin. karsazên li herêmê ji bo aboriya welat xurttir bibe bişev û roj dixebitin. karsazekî Cizreyî atolyeya tekstîlê vekir. bi saya vê atolyeyê 50 kes debara mala xwe dikin.

Li bajarên herêmê bi saya piştgiriyên dewletê, sektora tekstîlê her ku diçe mezintir dibe. Cizre jî yek ji wan deran e.

Karsaz Reşit Başar, ji bo îstihdam zêde bibe li bajarê xwe fabrîqeya tekstîlê vekir.

Di fabrîkayên tekstîlê de gelek Cizreyî dixebitin. Bi vî awayî him aboriya bajêr bi pêş dikeve him jî welatî ji xwe re kar dikin.

Karsaz dibêjin piştî teşwîqan li herêmê sektora tekstîlê her sal bi pêş ve diçe û mezintir dibe.

Di atolyeyê de ji bo Iraqê maske û cilûberg tên dirûn.

Bi teşwîq û avantajên bacê yên li herêmê van salên dawî bi dehan karsaz hatin herêmê û atolyeyên tekstîlê vekirin.

Bi saya kargehên nû him bajar bi pêş dikevin him jî ciwan li welatê xwe îdareya mala xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE