Li Şirnexê welarî beşdarî bernameya ku bi boneya Şeva Qedrê hat lidarxistin bûn û bi due tîlaweta Qurana Pîroz şev îdrak kirin.
Bi sedan welatî li Mizgefta Geylanî ya li Yenî Mahalleyê civiyan û di bernameyê de Qurana Pîroz û mewlûdname hat xwendin.
- Mêrdîn
Li Midyada navçeya Mêrdînê welatî bi boneya Şeva Qedrê mizgeft tije kirin.
Di bernameyan de li bi dû xwendina Qurana Pîroz de bi zimanên Tirkî, Erebî û Kurdî mewlûdname hatin xwendin.
- Agirî
Li Agiriyê jî welatî li Mizgefta Mezin kom bûn û bi xwenidna quranê û dueyan şev îdrak kirin
- Qers
Li Qaqizmana navçeya Qersê jî welatiyên ku bi boneya Şeva Qedrê Çûn Mizgefta Hacî Qaqizman nimêj kirin. Şev bi xwendina Qurana Pîroz hat îdrakkirin.
- Şanliurfa
Li Şanliurfayê hejmarek gelek welatiyên ku ji bajarên derdorê hatin serdana meqamê Îbrahîm Xelîl kirin.
Welatiyên ku piştî ziyaretê di mizgeftan de nimêjkirin, li Quranê guhdarî kirin.
Piştî nimêja eşayê li Mizgefta Dergahê mewlûdname hat xwendin.
- Hekarî
Li Hekariyê bi mebesta îdrakkirina Şeva Qedrê welatiyan mizgeft tije kirin.
Li Mizefta Mezin quran û mewlûdname hat xwendin.
AA