Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sermaya zêde camên wesayîtan cemed girtin.
Midûriyeta Herêma 12mîna a Meteorolojiyê daxuyanî da û ragihand ku li herêmê hewa wê ewrayî û kêm ewrayî be û bişev û berdestê sibehê jî wê mij û xumam hebe.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be û bayê ji alî bakur va bê jî wê nerm û car caran jî wê tesîra xwe zêde bike.
Germahiya herî kêm a li herêmê li Tunceliy 1 û di bin sifirê da jî li Qersê 9, Erdexanê 8, Agiriyê 5, Îdir û Erzincanê jî 1 pile hat pîvandin.
Di nav rojê da jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 15, Erzincan û Îdirê 12, Agiriyê 10, Erzirom û Erdexanê 9 û li Qersê jî 8 pile tê payîn.
Li Agiriyê jî berfa ku li deverên bilind dibarî ber destê sibehê cihê xwe ji mijê ra hişt.
Ji ber mijê qada çavên mirov dibîne kêm bû û şofêrên li ser rêbejên Agirî-Îran, Agirî-Erzirom û Agirî-Wanê rêwîtî dikirin zehmetî kişandin.
Li herêma ku tesîra sir û seqemê zêde tê hîskirin ji ber hewaya sar camên wesayîtan cemed û deriyên wan jî qeşa girtin.
AA