Li herêmê tedawîkirina heywanên bêxwedî

Nexweşxaneya Heywanan a li Siirtê zêdetirî 1000 pisîk û kûçik derman kirine

Li herêmê tedawîkirina heywanên bêxwedî

Li Sêrtê Nexweşxaneya Heywanan a Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngehê xebatên xwe yên ji bo heywanan didomîne. Niha li nexweşxaneya heywanan ajal yek bi yek tên dermankirin. Tê eşkerekirin, heya niha li nexweşxaneyê zêdetirî 1000 heywan hatine dermankirin.

Li herêmê her ku diçe xebatên ji bo dermankirina heywanên bêxwedî zêdetir dibin.

Her wiha hin ji wan xebatan jî li Sêrtê ji aliyê Nexweşxaneya Heywanan a Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngehê ve tên birêvebirin.

Di çarçoveya xebatan de heywanên nexweş ên derve bi taybetî pisîk û kûçik yek bi yek tên dermankirin.

Dekanê Zanîngeha Siirtê Prf.Dr.Tekin Şahin got ‘’Me ji roja ewil ve zêdetirî hezar heywanên nexweş tedawî kirin. Me li gorî protokola bi şaredariyê re, bi taybetî heywanên bêxwedî yên li nava bajêr dermankirine’’.

Her wiha carinan jî ji bajarên hawirdorê heywanên nexweş li Nexweşxaneya Heywanan tên dermankirin .

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE