Li herêmê tekoşîna li hemberî covîd-19ê

Li çar aliyê welêt ji ber vûrûsa koronayê tevdşr tên girtin. Di çarçoveya bergiriyan de gelek welatî tenê ji bo pêdivîyên xwe derdikevin derve. Pîrên li ser 65 salî jî guh didin hişyariyên rayedaran û dernakevin derve.

Li herêmê tekoşîna li hemberî covîd-19ê

Li çar aliyê welêt ji ber vûrûsa koronayê tevdşr tên girtin. Di çarçoveya bergiriyan de gelek welatî tenê ji bo pêdivîyên xwe derdikevin derve. Pîrên li ser 65 salî jî guh didin hişyariyên rayedaran û dernakevin derve.

Ji bo vîrûsa koronayê belav nebe welatî tevdîran digrin.

Rayedar ji ber rîska zêde ji kesên ku temenê wan ji 65î mezintir e û nexweşiyên wan ên kronik hene dixwaze dernekevin derve.

Rayedarên Heremî jî li aliyekî bajarên xwe dezenfekte dikin li aliyê din jî digihêjin hewara hewcedaran.

Iğdir

Li Igdirê ji bo kal û pîr dernekevin derve ji aliyê şaredarî, mizgeft û hêzên ewlekariyê anons tên kirin.

Li aliyekî jî hêzên ewlekariyê kolan kolan digerin û pîrên ji 65 salî mezintir in û li derve digerin hişyar dikin da ku vegerin malên xwe.

Mardin/Kiziltepe

Li Kiziltepeya Mardînê jî rayedar bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî anonsan dikin ku kesên nexweş û pîr dernekevin derve.

Rayedaran hefteya borî jî ji bo welati neçin park û qadan kursiyên rûniştinê dabûn hev.

Şirnak

Li Şirnakê jî ji bo hewcedariyên kal û pîran Koma Wefayê ya Alîkariya Civakî hat damezrandin.

Welatiyê bi navê Mehmet Yîmez ji bo mehaniya xwe ya teqawidiyê ji bankayê bikişîne ji Koma Wefayê alîkarî xwest.

Li ser dexwaza wî Polîsan welatî ji malê birin bankayê, mehaniya wî kişandin û ew dîsa anîn malê.

VAN

Li Vanê ji bo kesên temenê wan li ser 65î ye û nexweşiyên wan ên kronik hene li xwaringeha şaredariyê xwarin tê çêkirin. Xwarina ku pakêt dikin bi awayekî steril digihînin ber destê hewcedaran.

Dîroka nûkirinê: 26 Adar 2020, 13:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE