Li Herêmê tesîra erdheja Elazigê

Li bajaroka Înliceya Sincikê ji ber erdhejê hezaz çêdibe

Li Herêmê tesîra erdheja Elazigê

Erdheja Elazigê tesîreke mezin li herêmê kir. Piştî erdhejê jî hin rûdanên nû diqewimin. Yek ji wan jî hezaz e. Li Arnota bajaroka Sincika Adiyamanê hezaz çêbû. Welatî dibêjin her şev hezaza li taxa wan mezintir dibe.

Erdheja Elazigê derbas bû lê tesîrên wê dewam dikin.

Li bajaroka Arnota Sincikê ya Adiyamanê tesîra erdhejê xuya dike.

Ji ber erdhejê li bajaroka Arnotê xisar gihîşt gelek avahiyan.

Dîsa ji ber erdhejê li jora Taxa Çûkava Arnotê hezaz çêbû.

Welatiyekî taxê dibêje ku her şev hezaza li jora taxê mezintir dibe.

Niha gelê taxê dixwaze ku dewlet ji bo taxa wan çareseriyekê bibîne.

Hat ragihandin ku li taxa Çûkavê di erdhejê de zirar gihîştiye nêzî 40 avahiyî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE