Li çar aliyên Turkiyeyê li dijî vîrûsa koronayê tevdîr hatin standin. Li Girê Sipiya Şanliurfayê kesên ku dikevin herêma kaniya aştiyê û ji wir tên, bi kamerayên termal tên kontrolkirin. Li Batmanê jî, xebatkarên tenduristiyê agirê laşê rêwiyan kontrol kirin.
Şewba vîrûsa koronayê her ku diçe li cihanê belavtir dibe.
Di vê çarçoveyê de jî li çar aliyên Turkiyeyê tevdirên berfireh hatin standin.
Li deriyê gumrika Girê Spiya Şanliurfayê kesên ku diçin herêma Kaniya Aştiyê yan jî ji wir tên, bi kamerayên termal tên kontrolkirin.
Xebatkarên tenduristiyê kela laşê wan dipîvin û pişt re wan dişinîn.
Li Batmanê jî xebatkarên tenduristiyê him di têketin him jî di derketina bajêr de tevdirên xwe zêdetir kirin.
Rêwiyên ku tênê yek bi yek tên kontrolkirin û agirê bedena wan tê pîvandin