Li herêmê xebatên ji bo jinan

Li navendên jiyanê hînî pîşeyan dibin û tevlî çalakiyên civakî dibin 

Li herêmê xebatên ji bo jinan

Şaredariyên Herêmê ji bo jinan xebat û çalakiyan bi rê ve dibe. Li Sêrtê ji bo jinan navenda jiyanê hat avakirin. jin li navendê him hînî pîşe û kar dibin him jî tevlî çalakiyên civakî dibin. li bilîsê jî jinên ku beşdarî kursa dirûnê bûn, cil û bergên ji hev delaltir çêdikin. 

Li herêmê ji bo jinan her roj çalakî û projeyeke nû tê lidarxistin. 

Şaredariya Sertê ji bo jinan Navenda Jiyanê ava kir. 

Jinên Sêrtî tên navendê û li vê derê him pîşe û kar hîn dibin, dibin xwedî meslek. 

Him jî tevlî çalakiyên sosyal dibin. 

Li Sêrtê heta niha zêdetirî 700 jin bi kursên şaredariyê bûne xwedî zinaetekê. 

Ev der jî Tetwana Bilîsê ye. 

Şaredariyê ji bo jinan kursa dirûnê vekir. 

Jinên Tetwanî ji bo hînî kar bibin hatin kursê. 

Niha cil û bergên ji xwe delaltir çêdikin. 

Şaredariyê jî ji bo berhemên xwe bifroşin ji wan re li navenda danûstendinê dikanekê vekiriye.. 

Bi saya piştgiriyên civakî jinên herêmê him hînî kar dibin him jî pere qezenc dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE